6 parêzvanên mafan hatin girtin, 4 jî serbest in

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Parêzvanên mafan Ozlem Dalkiran, İdîl Eser, Gunal Kûrşûn, Velî Acû, Alî Garawî û Peter Steudtner ku li Buyukadayê hatibûn desteserkirin, hatin girtin.
Nalan Erkem, Îlknûr Ustun, Nejat Taştan û Şeyhmûş Ozbeklî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Ji bo 4 kesên bi kontrola edlî hatin berdan, biryara qedexeya derketina jiderveyî welat hat standin û wê di nafa hefteyê de sê rojan biçin îmzeyê bidin navenda polîsan.
Parazvanên mafên mirovan di 5ê Tîrmehê de dema li Buyukadayê xebata li ser ewlekariya dijîtal a parêzvanên mafên mirovan lidar dixistin hatin desteserkirin û ew duh biribûn edliyeyê. Piştî îfadeya dozgeriyê jî, bi sûcê “endamtiya rêxistina terorê ya çekdarî” ew şandibûn dadgehê.
Di daxwaza girtinê de hatibû diyarkirin ku 10 kesên li Buyukadayê beşdarî perwerdeya ewlekariya parêzvanên mafên mirovan bûne, “bêyî ku berê aşkere bikin civîneke bi navê ‘atolyeya xebatê’ lidar xistine û di vê civînê de behsa wî tiştî kirine ku wê bidestxistina zanyariyan ji hêla polîs an jî ji hêla hin kesên din ve çawa werin astengkirin”. (ÇT/FD)
Mêran di meha Îlonê de 23 jin kuştine

Mêran di meha Tebaxê de 20 jin kuştine

Biryara tehliyeyê ji bo Taner Kiliç, rêveberê Rêxistina Efûyê derketiye

Mêran di meha Tîrmehê de 20 jin kuştine

Cîranên wî êrîşa homofobîk birine ser edîtorê malpera Pembe Hayatê
