50 hezar û 136 kes di Lêpirsînên 15yê Tîrmehê de hatine girtin

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ajansa Anadoluyê aşkere kir ku di çarçoveya lêpirsînên ku serdozgeriyên komarî piştî hewldana derbeya 15yê Tîrmehê de dane destpêkirin heta niha 50 hezar û 136 kes weke gumanbar hatine girtin.
Li gorî nûçeya Ajansê ya ji daneyên rayedarên Wezareta Dadê wergirtiye, di lêpirsînên derbarê Rêxistina Dewleta Paralel/Rêxistina Terorê ya Fethullahî de (FETO/PDY) ku piştî 15yê Tîrmehê destpêkiribû, heta niha bi tevahî 154 hezar û 694 kes di lêpirsînê de derbas bûne.
Ji bo 2 hezar û 763 kesan biryar hate girtin ku hewceyî dozê nake.
Ji nava kesên ku hatine desteserkirin 50 hezar û 136 kes hatine girtin û ew şandine girtîgehê.
Dabeşiya girtinan
Dozger û dadwerên di dada edlî û îdarî de: 2 hezar û 431,
Dadgeha Temyîzê: 104 endam,
Şûraya Dewletê. 41 endam,
Dadgeha Destûra Bingehî: 2 endam,
Lijneya Bilind a Dozger û Dadweran (HSYK): 3 endam,
Leşker: 6 hezar û 982 (167 jê general)
Polîs: 8 hezar û 816
Walî: 23
Alîkarê Walî: 72
Qeymeqam: 112
Karmend û sivîl: 31 hezar û 550
Kesên ku hatin berdan
45 hezar û 708 kesên ku hatibûn desteserkirin bi biryara kontrola edlî hatin berdan. 12 hezar û 753 kes jî piştî îfade dan hêzên ewlekariyê yan jî dozgerî yan jî dadgehê hatin berdan.
Kesên ku hatin tehliyekirin
7 hezar û 122 jê bi şertê kontrola edlî, 7 hezar û 430 bersûc digel ku xistin girtîgehê ji ber delîlên kêm hatin tehliyekirin.
Di nava kesên ku hatin tehliyekirin de hezar 312 polîs, 9 alîkarê waliyan, 3 walî, 3 qaymeqam, 195 dadwer û dozger, 2 endamên HSYKyê, endamekî Şûraya Dewletê, 8 endamê Dadgeha Temyîzê jî hene.
Di çarçoveya lêpirsînan de derbarê 211 dadwer û dozger, 6 endamên Şûraya Dewletê, 25 endamên Dadgeha Temyîzê, 137 leşker, 369 polîs, 3 alîkarê waliyan, 8 qaymeqam, 6 hezar û 353 karmend û sivîl jî di nav de bi giştî 7 hezar û 112 kesan de biryara zevtkirinê heye.
Di heman çarçoveyê de 655 kes hîna weke bersûc desteserkirî ne. (HK/FD)