DADKIRINA AKADEMISYENAN
15 meh cezayê girtinê li 2 akademisyenan hate birîn

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn bi sûcê “propagandaya ji bo terorê” têne dadkirin.
Li Dadgeha Cezayê Giran (DCG) a Stenbolê ji Zanîngeha Mîmar Sînanê Doç. Dr. Derya Firat Şannan û Alk. Doç. Dr. Emre Zeytînoglû, ji Zanîngeha Bîlgiyê xwendekara doktorayê Tûgçe Erçetîn, Alk. Doç. Dr. M. P. û dersdar Zeynep Altiok cara sêyem,
Li 32yem DCGyê ji Zanîngeha Mûgla Sitki Kocamanî Doç. Dr. D. H. cara duyem, ji Zanîngeha Işikê dersdêr Emreh Donmez cara şeşem, E. B. E û ji Zanîngeha Kocaeliyê Doç. Dr. Hakan Koçak cara yekem û ji Zanîngeha Stenbolê Ayten Alkan cara şeşem hatin dadkirin.
Bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” ceza hate dayîn
Li 26em DCGyê duh (13ê Adarê) cara yekem e ku ceza li akademisyenekî birî. Dadgehê bi îdiaya ku “propagandaya rêxistinê kiriye” û li gorî Xala 7/2 ya Qanûna Dijterorê (TMK) sal û 3 meh ceza li akademisyen M. P. birî.
Li 32yem DCGyê jî di danişîna yekem a akademisyenekî de biryara cezakirinê derket. Heyeta dadgehê bi îdiaya ku “propagandaya rêxistinê kiriye” û li gorî Xala 7/2 ya Qanûna Dijterorê (TMK) sal û 3 meh ceza li akademisyen E. B. E. birî.
Aşkerekirina her du biryaran jî hate bi paş de xistin. (TP/FD)
Ajal wê bi rêya katalogan bên firotin: "Ev îşkence divê bi temamî bidawî bibe"

LI DÊRSIMÊ 12 PEZKÛVÎ MIRINE
Parêzer Yildirim: Mirov ziyanê digihînin cih û warên pezkûviyan

Dozgerî xwestiye parêzer Levent Pişkin were cezakirin

“Ev der ne Antalya lê Çiyayê Cûdî ye”

Dadgehê ji bo Şebnem Korur Fincani û Gençay Gursoyî biryara beraetê da
