130 kes heke ku di nava 3 mehan de venegerin, wê ji hemwelatîtiyê bên derxistin
Li gorî daxuyaniya ku di Rojnameya Fermî de hatiye belavkirin, 130 kesên ku derbarê wan de biryara zeftkirinê ji hêla Wezareta Navxwe ve hatine derxistin, heke ku di nava 3 mehan de venegerin Tirkiyeyê wê ji hemwelatîtiyê bên avêtin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikine
Îlana Wezareta Navxwe ya derbarê wan kesan de di Rojnameya Fermî de hat weşandin ku ji ber derbarê wan de lêpirsîn û peyketin a bi “sûcên li hemberî sazûman a destûra bingehîn” û “sûcên rêxistinê” tê meşandin û ji ber ku li derveyî welêt in gihîştina wan zehmet e wê ji hemwelatîtiyê bên derxistin.
Di lîsteya ku ji 130 kesan pêk tê de li gel Fethulah Gulen Parlamenterên HDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, ya Wanê Tûba Hezer Ozturk û parlamenterê berê yê HDPê Ozdal Uçer jî di nav de hene.
130 kesên ku navên wan ji hêla Wezareta Navxweyî hatine diyaririn heke di nava sê mehan de venegerin Tirkiyeyê wê ji hemwilatîtiyê bên avêtin.
Lîsteya ji 130 kesan pêk tê wiha ye:
(EKN/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.