13 Baroyan daxwaz kiriye ku yasaya înfazê were betalkirin
Li gel Baroya Amedê 13 baroyan bang li Dadgeha Qanûna Bingehîn kiriye û gotiye, bila dadgeh yasaya înfazê betal bike û ji nû ve aştiya civakî pêkbîne.

Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Qanûna Bingehîn, dê îro ji bo nerazîbûna derbarê pêkanîna înfazê û guhertina yasayan de bicivin. 13 baroyan bang li dadgehê kiriye û xwestiye, pêkanîn û yasaya înfazê betal bikin.
Baroyê ku îmze avêtine bin daxuyaniyê ev in:
Baroya Semsûrê, Agirî, Êlih, Çewlîg, Dersîm, Amed, Colemêrg, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Şirnex, Riha û Baroya Wanê.
Partiya Gel ya Komarî(CHP)yê ji bo betalkirina yasaya înfazê û guhertina yasayan seri li Dadgeha Qanûna Bingehîn dabû. Dadgeh jî dê îro dosyêyê binirxînin. Her weha bi pêkanîna yasaya înfazê ve nêzîkî 90 hezar girtî têne serbest berdan. (AS/AY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.